Almanya: Hêzên biyanî ji Iraqê vekişin, DAIŞ dê bihêz bibe
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand, pêwîst e destkeftên şerê DAIŞê bêne parastin, ji ber wê wek Hevpeymaniya Navdewletî girîng e ew li ser erkên xwe li Iraqê berdewam bin.
Diyar kir jî, ew niha bi Hikûmeta Iraqê re di guftûgoyan de ne, ji ber ku ew dibîjin, pêwîst e hêzên navdewletî li Iraqê bimînin û girîng e bi Iraqiyan re rûbirûyî DAIŞê bibin.
Perlemana Iraqê roja 5ê vê mehê bê amadebûna Fraksiyonên Kurdistanî û hejmarek ji Fraksiyonên Sune, projeyasaya derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kiribû.
Herwiha Maas got jî: Di çend hefteyên bûrî de, DAIŞê karî çendîn êrîşan bike û tirs heye bi vekişandina bilez a hêzên navdewletî re, DAIŞê bihêz bibe û êrîşên xwe li Iraqê zêdetir bike, ev jî ne tenê li ser Iraqê, belkû li ser tevahiya herêmê û Ewropayê jî metirsî ye û divê rê li ber were girtin.
K24
