• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bersiva Hesen Nesralla da

Gulan Media January 14, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bersiva Hesen Nesralla da
dibêje ev gotinên han dur ji pîwanên exlaqî ne
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî da û ragehand, Nesralla dûr ji şêwaz û ehlaqê sîyasî , bi awayeke nehejê beraneber bi Serok Barzanî û qurbanîdan û qehremanîya Pêşmerge axiviye.

Îro roja duşemê 13. 01.2020an Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand: “Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesralla di gotarekê de, dûr ji şêwaz û exlaqa sîyasî, bi awayeka nehejî derheqê Serok Mesûd Baraznî û qurbanîdan û qehremanîya Pêşmerge axiviye. Cihê daxê ye keseke wek birêz Nesralla bê li berçavgirtina rola dîrokî ya Serok Barzanî li berengarbûna rijêmên diktator û rola meydaniya wî di têkşikandina DIŞIê dem bi vî awayî hestê gelê Kurdistanê birîndar bike.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya xwe jî da zanîn:”Serok Barzanî tevaya temenê xwe di berengarbûna zorê û zordaran de û ji bo azadîya gelê xwe bexşiye. Di şerê berngabûna DIŞIê jî de, wek fermandeyê hêza Pêşmerge bi awayeka rasterast a meydanî û li gel hêza Pêşmerge di çeperê de roleke qehremanane lîstiye ku hemû gelê Kurdistanê û piranîya serkirdeyên cîhanê azayî û qehremanîya Pêşmerge û cenabê Serokî şahidî dan.”

Di berdewamiyê jî da Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Gelê Kurdistanê û Pêşmerge zêdetir ji 100 sal e, berengarî mezintirîn û hovanetirîn hêrişên qirkirinê bûye, di şerê DIŞIê de jî Herêma Kurdistanê parastin û pişikdarbûn li parastin û rizgarkirina gelek cihên din yên Iraqê. Îro jî parastina aştî, bi hev re jîyanê û berengarbûna terorê, bi erkê xwe yê herî pêşîn dibînin di demekê de ku rewşa herêmê weha dixwaze em hemû kar bo aramkirin û vegerandina penaberan bikin.
Top