Çêkirina kanala Steanbolê dê pirsgirêkên nêvneteweyî derxîne
Projeya kanal îstanbulê ya ku ev demeki dirêje bûyî rojeva tirkiyeyê bi rêya konferanseke ji aliyê pispor û akademisyenan ve hat nirxandin.Di vê konferansa ku şaredarê bajarê mezin yê stenbolê Ekrem Îmamoglu jî beşdarbuyî de pisporan ragihandin pêwîstiya stenbolê li projeyeke wiha nîne û ev proje dê ji aliye sîyasî ve gelek pirsgirêkên navnetewî bi xwere bîne û herwiha dê ji aliye aborî û siruştî ve bareke giran dane ser pişta tirkiyê. Dîplomat û parêzer Riza turmen radgihîne çêkirina kanal îstanbulê dê maneya peymana Montroyê ji meydanê rake û ev jî dê di warê sîyasî û aborî de pirsgirêkên mezin bîne pêşîya tirkiye yê.
Riza Turmen-Dîplomat û Parêzer- got:''Peymana Montroyê yek ji peymana herî giring ya tirkiyeyê ku bi gelek welatan re îmze kiriye. Bi rêya vê peymanê gelek sinor ji bo derbasbûna keştiyên hatiye danîn lewma behra reş evqes aram maye.Eger ev proje bê çêkirin wê gavê keştîyên cengî yên her welatan dikarin bê sinor derbasî behra reş û behra spî bibin ev jî dê bibe sedema pirsgirêkên gelek mezin.''
Serokê rêveberiya baroya stenbolê parêzer Mehmet Durakoglu jî dibêje çêkirina vê projeyê li dijî derketina peymanên navnetewî ye û diyar kir ev proje sucek mezin e li dijî hemû stenbolîyan.
Mehmet Durakoglu-Serokê Rêveberiya Baroya Stenbolê- got:''Em dibinin ku kesên vî bajarê rêvedibin li dijî vê biryara sîyasî ya hikûmetê derdikevin . Ev tişteki gelek giring e.Çêkirina vê qanalê neheqiyê li dijî xweza û mirovên me .Li vê derê bê edaletiyek gelek mezin heye .Em wek parêzer dê li gor dadwerî û yasayan li hember van bê edaletiyan bisekinin.''
Ev projeya ku hinek aliyên tirkiyê wek projeyeka dîrokî û serkeftî binav dikin ji aliyê opozîsyona tirkiyê ve rastî bertekên tund tê û gelek sîyasetmedar û pispor dibêjin ev
proje dê ji aliye sîyasî ve bibe sedema têkçûna peymana Montroyê û ev jî dê aloziyekê mezin dinavbera tirkiyê û welatên derve çeke.
K24
