• Wednesday, 11 February 2026
logo

11 koçberên ku li beravên Tirkiyê xeniqîne Kurd in û xelkê Rojava ne

Gulan Media January 13, 2020 Nûçe
11 koçberên ku li beravên Tirkiyê xeniqîne Kurd in û xelkê Rojava ne
Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ragihand, her 11 koçberên ku di bûyera pêr şev a binavbûna boteke koçberan de xeniqîbûn, Kurd in û xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Li beravên navçeya Çeşme ya Îzmirê li Tirkiyê, pêr şev bota ku 19 kes ji koçberên neyasayê tê de bûn noqmî avê bûbû û hatibû ragihandin, ku 11 kes di encama bûyerê de xeniqîne ku 8 ji wan zarok bûn.

Herwiha ji heman botê, 8 kes jî hatibûne rizgarkirin.

Peyamnêrê Rûdawê, Rawîn Stêrk dibêje, derketiye holê ku her 11 koçberên ku di bûyera pêr şev a binavbûna boteke koçberan de xeniqîbûn, Kurd in û xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Rudaw
Top