• Wednesday, 11 February 2026
logo

James Jeffrey: Rola serok Barzanî di çareseriya kirîza Kurdan de giring e

Gulan Media January 13, 2020 Nûçe
James Jeffrey: Rola serok Barzanî di çareseriya kirîza Kurdan de giring e
Nûnerê Taybet Sûriyê yê Emerîkayê James Jaffrey, bi rêveberên Encûmena Niştimana Kurd ya Sûriyê re hevdîtin pêke anî. Di hevdîtinê de James Jeffrey ji ENKS xwest ku ew pêywendiyên xwe hem digel Opozisyona Suriyê berdewam bikin û digel HSDê jî ye rêz bin di çarçoveya aştî û yekîtiyê de. Li gor agahiyên ku Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Suleyman Oso dide, herwiha Jeffrey daye zanîn, ji bo yekîtiya di nava Kurdan û çareseriya krîza di nava Kurdan de rola Serok Barzanî gelek giring e û wê Amerî ji Rojhilatê Çemê Firadê venekişe û palpişt be ji bo Kurdan.

Suleymen Oso (endamê Desteya Serokatiya ENKSyê) got: "Jeffrey baş tenkît kir li ser rola Kurdistana Iraqê û bi taybet rola Serok Mesûd Barzanî di çareserkirina krîza ya ku Kurd tê re derbas dibin, taybet mesela yektîtiya Kurdî û tekît kir, got em ji etrafa re gişkan re dibêjin, ji ENKSê re ji HSDê ku rola Serok Mesûd Barzanî roalek gelek giring dike di meela yekîtiya Kurdan de û hevpeyvîniya xwe bi xwe ya ku di nav Kurdan de çêdibe. Em dibînin wê di pêşerojê de tiştên gelek baş bibin."

Sê xalên sereke hatine axaftin di nava ENKS û Nûnerê Taybet Sûriyê yê Emerîkayê James Jaffrey de. Ya yekê çareseriya siyasî ya Sûriyê bûye, ya diduyan hebûna ENKSê di nava opozisyonê de û ya sisyan jî yekîtiya Kudan ya xwe bi xwe bûye. Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKS Mihemed İsmaîl, li ser mijara hevdîtina HSDê û pêşniyarên Jeffrey ên derbarê yekrêziya Kurdan de dibêje, yekîtiya Kurdan wê hêdî hêdî çêbe, ne bilez.

Mihemed İsmaîl (endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSyê) dibêje:"Hêviyek heye, lê hinek kûrbû dûrbûnek heye. bêbaweriyek çêbûye. Kiryarên xirab ên di rê ketine qeşayek di nav me de heye. lê êdî heta ew qeşa bihele me hewceye zemînekî baş peyda bibe. Barîdoxên mintiqê pêşhatên deverê ew jî alîkar bin bi baweriya min ev yek wê gav bi gav çêbin ne bilez."

Herwiha di hevdîtinê de mijara lihevkombûna ENKSê ya ligel Fermandarê HSDê Mazlum Abdî re jî hatiye rojevê. Jafrey gotiye ew wek Emerîka van rûdanan ji nêzîk ve dişopînin û hêvîdarin vê carê hin tiştên baştir çêbibin û hûn bêhtir ber bi hevdûve werin. Li gor endamên Destaya Serokatiya ENKS jî Amerîka welatî dost e ji bo Kurdan û pêk hatina yekîtiya wan. Ew jî bi hêvîne ku gavên pratîk bên avên ji aliyê HSDê ve, da karibin xizmeta miletê Kurd bikin di asta navdewletî de.

K24
Top