• Wednesday, 11 February 2026
logo

Almanya: Iraq daxwaz bike em dê hêzên xwe vekişînin

Gulan Media January 12, 2020 Nûçe
Almanya: Iraq daxwaz bike em dê hêzên xwe vekişînin
Wezîrê Derve yê Almanyayê dibêje ku eger Iraq daxwazê ji wan bike hêzên xwe derxînin, bêguman ‎hêzên xwe li dijî daxwaza xelkê wî welatê nahêlin û vedikişînin.‎

Piştî biryara parlamentoya Iraqê ya derbarê derxistina hêzên serbazî yên biyanî ji wî welatî Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas dibêje, ew bo şerê dijî DAIŞê li Iraqê ne û dûr nabîne ku eger ‎ji Iraqê vekişin DAIŞ bi awayekî derdikeve, dubare dest bi êrîşan dike li Ewropayê.‎

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got: ‎“Dikarim bibêjim eger Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Iraqê bicîh bihişta, DAIŞê dikarî bi awayekî xwe ‎organize bike, şiyana wê hebe li Ewropayê careke din dest bi êrîşan bike, em dixwazin li Iraqê ‎bimînin û alîkariya wî welatî bikin, daku li ser şerê DAIŞê berdewam bin, lê her biryarek bê derxistin ‎pêbendê wê dibin, bêguman hêzên xwe yên serbazî li ser daxwaza xelkê Iraqê ji wî welatî ‎vedikişînin.”‎

Di 5ê Çileya 2020an de bi amadebûna 168 parlamenteran parlamentoya Iraqê, biryara derxistina hêzên biyanî ji wî welatî pesend kir.

Rudaw
Top