• Wednesday, 11 February 2026
logo

Iraq – Li parêzgeha Wast zêdetirî 40 xwepêşanderan birîndar bûn

Gulan Media January 12, 2020 Nûçe
Iraq – Li parêzgeha Wast zêdetirî 40 xwepêşanderan birîndar bûn
Îro zêdetirî 40 xwepêşandera li parêzgeha Wast a başûrê Iraqê birîndar bûn.

Îro 12.01.2020ê hemwelatiyên Wast nêzîk zankoya bajar dest bi xwepêşandanan kirin û hêzên ewlehiyê jî bi tundî bersiva wan dan.

Ji ber bikaranîna tundiyê dijî xwepêşanderan, herî kêm 40 xwepêşander birîndar bûn û li gor nûçeya çapemeniya Iraqê egera zêdebûna hejmara qurbaniyan heye.

Xwepêşandanan roja 01.10.2019ê li Bexda û piraniya bajarên Iraqê li dijî gendelî û nebûna xizmetê destpê kirin.

Ji ber xwepêşandanan û tundiya li hember xwepêşanderan, zêdetir ji 600 hemwelatî û karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 16 hezar kesan jî birîndar bûn. Herwaha 700 kes jî kêmendam bûn.

Basnews
Top