• Wednesday, 11 February 2026
logo

Temelli: Tirkiyê sînorek ji bermayiyên DAIŞê ava kiriye

Gulan Media January 12, 2020 Nûçe
Temelli: Tirkiyê sînorek ji bermayiyên DAIŞê ava kiriye
Hevserokê HDPê Sezai Temelli bi daxuyaniyekê got, Hikûmeta Tirkiyê li sînorên Tirkiyê û Rojava, dorpêçek ji bermayiyên DAIŞê ava kiriye.

Hevserokê HDPê Sezai Temelli li bajarê Sertê beşdarî kongreya partiya xwe bû û got: Bajarê Efrînê aram bû, kuştin û revandina mirovan nebû, dibistan Kurdî bûn, lê niha hatiye dagirkirin û talankirina wê jî berdewam dike.

Temelli ragihand, bi şêwazeke rêxistinkirî ji aliyê çekdarên ser bi hikûmeta Tirkiyê ve zeytûn tên talankirin, lê niha jî, genim û berhemên din jî talan dikin. Ligel hevkara xwe ya biçûk MHPê, li Efrinê rojane Kurdan direvînin û paran ji malbatên wan distinin.

Sezai Temelli da got: Ev hikûmet dibêje metirsî li ser Tirkiyê heye, lê rast nabêjin, ew li ser desthilata xwe ditirsin ku wê winda bikin.

Top