• Wednesday, 11 February 2026
logo

Demîrtaş xelata “Aşitî û Demokrasiyê” wergirt

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Demîrtaş xelata “Aşitî û Demokrasiyê” wergirt
Siyasetmedarê girtî yê kurd Selahedîn Demîrtaş xelata “Aşitî û Demokrasiyê” wergirt.

Dezgeha bi navê Weqfa Sosyal Demokrasî (SODEV) xelata îsal ya “Aşitî û Demokrasiyê” de siyasetmedarê girtî û hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş.

Ji ber ku Demîrtaş di girtîgehê de ye, xelata wî ji aliyê hevjîna wî Başak Demîrtaş ve hat wergirtin.

Di merasima xelatê de, ku li Stenbolê hat lidarxistin, hevseroka HDPê Pervîn Bûldan û komek parlementerên HDP, CHP û nûner û berpirsên sazî û dezgehên sivîl beşdar bibûn.

Demîrtaş jî bi rêka peyameka nivîskî kêfxweşî û spasiya xwe bo wergirtina wê xelatê nîşan da û ragihand, ewê li ser rêça xwe berdewam be.

SODEV ji sala 2001 ve xelata “Aşitî û Demokrasiyê” dide wan kesên ku di warên aşitî û demokrasî û mafên mirov de aktîf in.

Basnews
Top