• Wednesday, 11 February 2026
logo

Paşayê Umanê sultan Qabûs canê xwe ji dest da

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Paşayê Umanê sultan Qabûs canê xwe ji dest da
Paşayê Umanê, sultan Qabûs bin Seîd di temenê 79 saliyê de canê xwe ji dest da.

Dîwana paşatiya Umanê ragihandiye, paşayê Umanê sultan Qabûs bin Seîd duhî canê xwe ji dest da.

Tê gotin ku sultan Qabûs demek dirêj bû nexweş bû.

Ji ber ku zarokên sultan Qabûs nîne, divê di nav sê rojan de kesek li şûna wî were danîn.

Qabûs bin Seîd Al Seîd, sala 1940 li devera Selale ya Umanê ji dayîk bibû. Ew sala 1970 kûdeta li dijî bavê xwe kir û ew şand sirgûnê, paşê li ser textê bavê xwe rûnişt. Ji wê çaxê ve heta roja ku mir, paşayê Umanê bû.

Uman welatekî erebî ye û ketiye başûrê rojhilatê Erebistanê. Nifûsa wî welatî derdora 5 milyon kes in.

Basnews
Top