• Wednesday, 11 February 2026
logo

ENKSê pêşwazî li pêngava HSDê kir

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
ENKSê pêşwazî li pêngava HSDê kir
HSDê îro derbarê girtî û windayên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ku piştî ji ENKSê lîsta girtî û windayan wergirtin, komîteyek ava kirin. ENKS jî pêşwaziyê li vê pêngava HSDê dike.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da zanîn, ew li hemberî du girtiyan berpirsyar in û dê komîteya wan li ser lêkolînên xwe berdewam bin û encamên wê ji malbatên wan re rabigihînin.

Bi xembarî ji neviyên xwe re behsa wê roja bişewat dike, Xatûn Ebdulmecîd Xelef, ev 7 sal e çarenivîsa hevserê wê windaye, ku li kolaneke bajarê Qamişlo hatibû girtin û heta niha nizane li ku derê ye.

Dayika Adil li hevya hatina saloxiyan westiya ye, hew dixwaze rastiyê bizanibe.

Xatûn Xelef, hevjîna kesekî windayî dibêje, “Kê biriye bila nîşanî me bidin, emê nikarin zorê jî û zilmê jî li kesê bikin. Bila aliyên Kurdî nêzikî hev bibi, bibin yek, wextê rewşa wî ne baş jî be û tiştên ne baş hatibin serê wî, bila serê Kurdan sax be.”

Di berdewamiya destpêşxêriya nêzîkirina aliyên siyasî yên kurd, hêzên Sûriya demokrat HSD di daxuyaniyeke xwe de li barê 9 kesên windayî hurgili belav kirin, ku ew li hemberî du kesan berpirsyar e û dê komîteya wan di lêkolînên xwe de berdewam be.

Dilber Yusif, Endama Şêwermendiya Rêveberiya Xweser diyar dike ku Rêveberiya Xweser û HSD alîkarên hev in bo diyarkirina vê rewşê û dibêje ku wan ji ENKSê re jî ragihandiye ku dikarin komîteyekê bo vê mijarê pêk bînin û herwiha endamên wan jî dikarin beşdarî komîteyê bibin ku li gel hev kar bikin bo vê mijarê zelal bikin. Dilber Yusif herwiha dibêje ew diyarkirina çarenivîsa kesên winda weke erkeke xwe dibînin.

Encûmena Niştîmaniya Kurd, weke mercekê bo destpêkirina danûstandinan bo nêzîkirina aliyên siyasî, daxwaza berdan û aşkerekirina hemû girtiyên xwe ji Rêveberiya Xweser dike û berpirsên ENKSê daxuyaniya HSDê weke gaveke baş bo diyarkirina çarenivîsa hemû girtiyan didin zanîn.

Ridwan Sîdo, parêzer û endamê komîteya yasayî ya ENKSê, dibêje, “Ji destpêka ku ev kes hatin girtin, malbatên wan, partriyên siyasî, saziyên mafên mirovan doz li wan dikir ku pêwîst bû ji wê demê ve ev daxuyanî bi awayekî fermî belav kiriba û çarenivîsa wan zelal kiriban. Ew ji van girtiyan hemûyan berpirsyar in û divê bi rengekî zelal lêkolîn bê kirin. Kesên wiha kirine bên cezakirin.

HSDê gavek avêt, ENKS li benda gavên din e, ji bo ku bizanibin, her girtiyek li ku derê ye û malbatên wan jî, piştî ewqas sal ji çaverêkirinê, çarenivîsa girtî û windayên xwe bizanibin, ew li benda dermankirina birînên xwe ne.

Rudaw
Top