• Wednesday, 11 February 2026
logo

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Adil Abdulmehdî aşkere bû

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Adil Abdulmehdî aşkere bû
Piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî li Hewlêrê, naveroka civînê wan hat aşkerekirin.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî tekez kirin, ku Iraq nebe meydana milmilaneyên hêzên herêmî û navdewletî. Herwiha pêwendiyên Iraqê bi welaran li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina li serweriya Iraqê be û hemû alî bi hev re kar ji bo aloztirnebûna zêdetir û bicihkirina aramî û seqamgîriyê bikin û berjewendiyên Iraqê jî di pêşîneya hemûyan de be.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Di civînê de, rewşa Iraq û bûyer û pêşhatên dawî yên Ii Bexdayê û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê, xwepêşandanên Iraqê, pêwendiyên Iraq bi welatên cîran re, pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê û diyaloga çareserkirina wan hatin guftûgokirin.”

Di daxuyaniyê de hat: “Girîngiya berdewamiya hevkarî û piştevaniya civaka navdewletî ji Iraq û Herêma Kurdistanê re di şerê li dijî terorê û metirsiyên serîhildana terorê û tevgera teroristan DAIŞê li Iraq û bi taybet li navçeyên Pêşmerge û hêzên çekdar ên Iraqê, babeteke din a civînê bû ku tê her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kirin.”

Îro Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî bi serdanekê gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin û piştre jî her du alî civiyan.

K24
Top