SERÊ KANIYÊ - Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li hev ketin
Li gor zanyariyan duh, roja înê, şer û pevçûn di navbera du grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li gundewarê Serê Kaniyê derketin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, şer û pevçûn di navbera herdu grûpên Sultan Mûrad û Ehrar el-Şerqiye de li bajarokê Til Helef nêzîk Serê Kaniyê derketin.
Çavkaniyên xwecihî herwiha diyar kirin ku Ebû Farûq, fermandarê grûpa Ehrar el-Şerqiye li Silûk hatiye kuştin, lê aliyê ku ew fermandar kuştiye aşkere nekirin.
Herdu grûpên Sultan Mûrad û Ehrar el-Şerqiye du grûpên ku çekdarên wan ji herêma Efrînê bo Serê Kaniyê hatine veguhestin.
Serê Kaniyê, li gel bajarê Girê Spî, di encama êrişa ku 9ê Cotmeha derbasbûyî hatibû destpêkirin, ketibû jêr destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.
Rudaw
