• Wednesday, 11 February 2026
logo

Şandên Hikûmeta Herêmê û Bexdayê civiyan

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Şandên Hikûmeta Herêmê û Bexdayê civiyan
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda Iraqî ya bi serokatiya Serokê Hikûmeta Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî civiya.

Serokê Hikûmeta Iraqê yê karbirêker Adil Abdulmehdî îro bi serokatiya şandekê gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hatibû kirin.

Biryar e Adil Abdulmehdî û şanda Hikûmeta Iraqê bi serkirdeyên Kurd li Herêma Kurdistanê jî bicivin.

Adil Abdulmehdî bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û dîtina çareseriyekê ji krîza niha re guftûgo dike.

Top