Arteşa Tirkiyê bi operasyoneke nû li dijî PKKê dest kir
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, operasyonên bi navê “Kiran” ên li dijî gerîlayên PKKê hatine temamkirin û niha jî wan dest bi operasyonên bi navê “Kapan-1 Bagok” kirine.
Arteşa Tirkiyê di meha Tebaxa 2019 de ragihandibû, operasyona bi navê “Kiran 2” û li dorûbera gundên Batman, Şirnex û Mêrdînê bi rê ve diçe.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir jî, operasyona “Kapan-1 Bagok” li dorûbera gundên Mêrdînê bi rê ve diçe û nêzikî hezar serbazî tê de beşdar dibin.
Di çarçoveya operasyonê de hejmarek çek û teqemenî û alavên jiyanê yên gerîlayên PKKê hatine desteserkirin. Herwiha 13 kes jî bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatine desteserkirin.
K24
