• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berpirsên payebilindên Îranê li dû hev daxwaza lêborînê dikin

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Berpirsên payebilindên Îranê li dû hev daxwaza lêborînê dikin
Piştî derket ku balefira Ukraynayê ji aliyê sîstema berevaniya Îranê ve hatiye xistin, serokkomar û wezîrê derve yê Îranê bi fermî daxwaza lêborînê kirin.

Piştî serfermandarê hêzên çekdarên Îranê bi daxuyaniyekî fermî ve li xwe mûkir hat ku balefira Ukraynayê di encama xeletiya mirovî ya sîstema berevaniya sipaha pasdaran ve ketiye xwar, serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Daxwaza lêborînê li xelkê Îranê û malbatên qurbaniyên Îran û biyaniyan kir.

Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê Hesen Ruhanî bi daxuyaniyekî ve ragehand: ‘’Encamderê vê xeletiyê nayê borîn û divê bê gritin û derkeve pêş dadgeha leşkerî.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, Îran li gel malbat û kesûkarên qurbanên Îranî û biyanî hewxem e û amadeye her cure qerebûyekî bike û divê wezareta derve yî bo nasîn û radest kirina termê qurbaniyan alîkariya saziyên saziyên peyvendîdar bike.

Herwaha wezîrê derve Mihemed Cewad Zerîf jî twitterê de aşkera kir: ‘’Di encama lêkolînê de derket ku di dema krîzekî ku Amerîkayê ava kirî de sîstema berevaniya sipaha pasdaran xeletî kiriye û karesata ketina balefira Ukraynayê jî ber vê xeletiyê ketiye.’’

Basnews
Top