• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser derbarê xizmeta serbaziyê de biryarek da

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Rêveberiya Xweser derbarê xizmeta serbaziyê de biryarek da
Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ew mijara temenê kesên bikevin ber xizmeta serbazî de gotûbêj dikin.

Hevserokê Ofîsa Berevaniyê, Zêdan el Asî ji Rûdawê re got, heta niha tu biryar ji bo kêmkirina temenê kesên ku ber xizmeta serbazî dikevin nehatiye dayin.

Zêdan el Asî diyar kir ku ew daxuyaniya ku îro derbarê kêmkirina temenê kesên ji bo xizmeta leşkeriyê tên xwestin û destnîşankirina kesên jidayikbûyên 1990 saxte ye û wan tu biryareke wiha nedaye.

Hevserokê Ofîsa Berevaniyê herwiha da xuyakirin, wan tenê biryar daye ku xizmeta serbazî ji bo xelkê Efrînê, Serê Kaiyê û Girê Spî ji bo salekê bê paşxistin.

Ji bilî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi biryara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê hêzeke din a leşkerî bi navê Hêzên Erka Xweparastinê hatiye avakirin û leşkeriya ji bo vê hêzê neçarî ye.

Rudaw
Top