• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê peywendiyeke telefonî encam dan

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê peywendiyeke telefonî encam dan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonî encam dan û dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê, ajansa Anadolê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di wê peywendiya telefonî de dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Herwiha li gor zanyariyên hatine belavkirin, Çavuşoglu di wê peywendiya telefonî de amaje bi piştevaniya bo xelkê Iraqê kiriye û ji Serokê Herêma Kurdistanê re ragihandiye ku ew dê li ser hevkarî û piştevaniya bo Iraq û xelkê wê berdewam bin.

Li gor heman ajansê Mevlut Çavuşoglu li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peywendiyeke telefonî encam da li ser pêşhatên li navçeyê û serdana xwe ya bo Bexdayê.

Ev di demekê de ye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê, berî serdana xwe ya bo Bexdayê jî peywendiyên telefonî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî encam dabûn û derbarê serdana xwe de zanyarî dabûn berpirsên Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro bi serdaneke fermî gihiştibû Bexdaya paytexta Iraqê û li gel serokomar, serokwezîr, serokê parlamentoyê û herwiha hevtayê xwe yê Iraqî civîn encam dabûn.

Rudaw
Top