• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok wezîrê Kenedayê: Me zanyarên Hewalgirîyê ji çend çavkanîyan hene ku Îranê firokeya Okranî xistîye xwar

Gulan Media January 11, 2020 Nûçe
Serok wezîrê Kenedayê: Me zanyarên Hewalgirîyê ji çend çavkanîyan hene ku Îranê firokeya Okranî xistîye xwar
Serok wezîrê Kenedayê, Castin Tirodo, evro Pêncşembîyê, ragehand, ku wan zanyarên Hewlgirîyê hene ji çend çavakanîyên cuda ku dibêjin, Îranê ew firoke ya Okranî xistîye xwarê.

Çarşembîya burî, Tirodo y soz da malbatên kenedî yên xwedî qurbanî di bûyera kevtina firokeya Okaranî li Îranê, ku vekolîneka hûr derbarê têkişkandina wê firkeyê li nêzîk Tehranê bike.

Herweha Tirodo gotibû: hikumeta me berdewam dibe li gel hevpişkên xwe yên nêvdewletî li ser vekolîneka hûr bo wê bûyerê û bo bersivdan pirsyarên Kenedîyan. Amaje bi wê yekê jî da, ku wezîrê derveyê Kenedayê, Firanswa Fîlîp Şamban peywendîyê li gel hikumeta Okranî û hikumatên din dike bo evê pirsê.

Firokeya têkşikana firokeya Boyîng 737 li nêzîk Tehranê, bo sedema kuştina tevaya geştkarên wê ku hejmara wan 176 kes bûn û 63 ji wan Kenedî bûn.

K24
Top