Parlementerekî Iraqî: Iraqê 100 milyar dolar bo kirrîna çekan xerc kiriye lê çek ne diyar in!
Parlementerekî şîe yê Iraqê bi navê Fazil Fetlawî di daxuyaniyekê de ragihandiye, li gorî biryara parlementoya Iraqê hikûmeta Iraqê divê tevahiya hêzên biyanî ji Iraqê derxîne.
Fazil Fetlawî her wiha gotiye, hêzên biyanî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û bo şerê DAIŞê derbasî Iraqê bûne lê niha şerê DAIŞê xilas bûye û divê ew hêz li Iraqê derkevin.
Wî parlementerê Iraqî behsa kirrîna çekan jî kiriye û gotiye, heta niha Iraqê zêdetirî 100 milyar dolar bo kirrîna çekan xerc kiriye lê ti çekekî wê jî nîne! Ji ber ku ew dirav ji aliyê berpirsan ve hatiye dizîn û talankirin.
Basnews
