7 çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Eyn Îsayê hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi mûşekan êrîşî gundên Dibis û Hoşan li rojavayê bajarokê Eyn Îsayê kirin û hewl dan bipêş bikevin.
Diyar kir jî, ew êrîş ji aliyê şervanên HSDê ve hat şikandin û di encama şer û pevçûnan de 7 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin û otombîleke wan a serbazî hat şikandin.
Li gor zanayriyên Rewangehê, ji şeva bûrî ve artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Til Minax û derdora bajarokê Til Temirê bi top û mûşekan armanc dikin.
K24
