• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hikûmeta Herêmê 2 birgeyan li projeyasya çaksaziyê zêde dike

Gulan Media January 9, 2020 Nûçe
Hikûmeta Herêmê 2 birgeyan li projeyasya çaksaziyê zêde dike
Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Encûmena Wezîran du birgeyan li projeyasaya çaksaziyê zêde dike.

Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di civîna Encûmena Wezîran a duhî de, 2 birgeyên din yên taybet bi mûçe û çaksaziya di xaneşîneyên Herêma Kurdistanê de zêde kirin û piştre bo Parlemana Kurdistanê tên şandin.

Amanc Rehîm ragihand jî, biryar e roja Yekşema hefteya bê Parlemana Kurdistanê bicive û xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê re bikin.

Diyar kir jî, birga yekem taybet e bi her mûçexwar û sûdmendekî ji budceya giştî dibe û hemû mafên wan tên parastin. Birga duyem jî taybet bi xaneşîneyan e.

Projeyasaya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Parlemana Kurdistanê xwendina yekem jê re hatiye kirin û biryar e di hefteya bê de jî xwendina duyem jê re bê kirin û bikeve ber dengdanê û bê pesendkirin.

Rudaw
Top