• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pentagon: Binkeyên me yên li Hewlêr û Eyn el Esedê bûne armanca êrîşan

Gulan Media January 8, 2020 Nûçe
Pentagon: Binkeyên me yên li Hewlêr û Eyn el Esedê bûne armanca êrîşan
Wezareta Berevaniya Amerîkayê – Pentagon di daxuyaniyekê de êrîşa li ser binkeyên serbazî yên wî welatî yên li Iraqê piştrat kir û ragihand, "binkeyên leşkerî yên Eyn el Esed û Hewlêrê bûne armanca êrîşan."

Pentagon dibêje: "Derdora saet 05:30 bi dehan mûşekên balistîk bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê hatine avêtin, ev yek aşkere ye ku ew mûşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin û du binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Eyn el Esed û Hewlêrê bûne armanc."

Pentagon herwiha dibêje, "em hewl didin ziyanên êrîşan texmîn bikin."
Top