Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rûdawê: Biryara parlamentoya Iraqê em bêhêvî kirin
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus diyar kir ku ew li bendê ne ku serokwezîrê karbirêker ê Iraqê Adil Ebdul Mehdî û hikûmeta Bexdayê derbarê biryara parlamentoya Iraqê de pirsên li ba wan zelal bikin.
Morgan Ortagus da zanîn ku peywendiya wan a nêzîk li gel hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê heye. Û got: “Em dixwazin peywendiya me ligel Kurdan berdewam be. Hejmareke zêde ya Amerîkiyan heye ku peywendiyên wan ên şexsî ligel gelê Kurd hene.”
Ortagus amaje kir ku hemû Kurdên Iraqê nêrîn û dengê xwe heye û ew. dixwazin ev deng weke nûneratiyek û weke hêzekê bikaribin ku di parlamento û hikûmetê de hene.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus derbarê biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîka û peywendiyên ligel Kurdan de hevpeyvîneke taybet ligel Peyamnerê Rûdawê yê li Washingtonê Namo Ebdullah pêk anî.
Di destpêkê de ez spasiya we dikim. Ez bawerim yekem car e tu dibî mêvana televîzyona me. Ez dixwazim ji biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkayê ji wî welatê dest pê bikim. Vê biryarê hûn matmayî kir?
Me duh daxuyaniyek belav kir. Bêguman vê biryarê em bêhêvî kirin. Ez dizanim ku hemû amade nebûn, çendîn parlamenterên Sunne û Kurd beşdarî dengdanê nebûn. Em li bendê ne serokwezîrê karbirêker bi awayekê zelalkirnê bide me derbarê vê yekê de ku ev ne yasayî bû. Mana me li Iraqê girîng bûye ji bo şkandina DAIŞê û herwiha ev şer berdewame jî. Me wekeAamerîka sermayeke zêde li Iraqê xerc kiriye bi vê hêvîyê ku bibe welatekî aram û demokratîk.
Çendîn xelkê me, di nav de çendîn hevalên min jiyana xwe ji dest dane, Amerîkyan jiyana xwe ji dest dane û ji bo Iraqê şer kirine, daku derfeta wê azadiyê ji mere hebe ku niha me heye. Lewra pêwendiya me li gel Iraqê gelek grîng e. Pêwedinyên me ji bo çendîn kesan jî gelek şexsî ne, li vir di nav Wezareta Derve de. Tevî vê yekê ku em bi vê biryarî bêhêvî bûn, hevdem li vir jî çendîn gotubêj di wê derbarê de birêve diçin. Amadebûna me li wê derê li djî derketina DAIŞê ye, ev jî gelek gelek grîng e.
Bi we ew dengdana li parlamentoya Iraqê hate encamdan nûnertirya tevahiya xelkê Iraqê nake?
Îraq welatekî balkêş e, weke vê yekî ye ku nûneratiya hemû xelkê Amerîka bike. Iraq weke Amerîka pirr kultûr e, çendîn netewe û ol û xelkî cuda tê de hene. Lewra ez bawer nakim ku bi yek rengî wêneya xelkê Iraqê bê nîşandan.
Te jî amaje kir ku parlamenterên Kurd û Sunne beşdarî dengdanê nebûn. Di vê mijarê de nêrîna te çi ye? Ji aliyê din ve Îran li Iraqê aktoreke bihêz e û cîranê wî welatî ye. Bi nêrîna te gaveke wêreke nebû?
Eva pirsyareke girîng e, tu bixwe dizanî ku em dixwazin li gel hemû aliyên Iraqî kar bikin. Di rastiyê de pêwendiyeke me ya gelek nêzîk li gel hikûmet û xelkê Hewlêrê heye. Herwiha pêwendiyeke me ya gelek dirêj û dîrokî li gel Kurdan heye, eva jî tişteke ku em dixwazin berdewam bin. Hejmareke zêde ya Amerîkiyan heye ku peywendiyên wan ên şexsî ligel gelê Kurd hene.
Te behsa Hewlêrê kir. Niha li Herêma Kurdistanê hinek nîgeranî hene. Mijara kuştina Qasim Sulêymanî û vekişandina hêzên Amerîkayê dê çi bandore li ser peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê bike?
Belê, hemû Kurdên Iraqê nêrîn û dengê xwe di vê derbarê de heye. Em dixwazin ev deng weke nûneratiyek û weke hêzekê bikaribin ku di parlamento û hikûmetê de hene. Eva jî jbo ku dengê wan bê bihîstin. Di nerîna me de li vir em têdigihîjin ku cudahî di navbera hikûmetan de heye û hendek caran jî weke pêwîst siyast hev nagire. Bi giştî amadehiya hêzên Amerîka li Iraqê jbo şerkirnê ye li dijî DAIŞê. Xelafet hatiye şkandin, xelafet di warê fîzîkî de hatiye şikandin, bi sedema amadiheya me. Bi baweriya me, amadehiya me hem ji bo Aamerîkyan û hem jî ji bo Iraqê girîng e.
Herêma Kurdistanê jî dixwaze bide zanîn ku ew her tim hevalbendê Amerîkayê ne û dê ti caran pişta xwe nedin wan.
Belê guhdarî bike, me li Rojhilata Navîn bi hev re ji nêzîk ve kar kiriye. Wezîr bi şêweyeke berfireh kar li gel hikûmeta Iraqê de kiriye, ev yek nûneratiya Kurd jî li xwe digire.
Pirsa dawiyê dikim. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gelek caran gotiye ku dê bi tundî bersiva her êrişeke Îranê ya li dijî Amerîka yan jî hevalbendê wê bide. Herêma Kurdistanê yek ji wan hevalbendê Amerîkayê ye?
Belê hemû hevpeymanên Amerîka û berjewendîyn wan lixwe digre. Ez bawer im rejîma Tehranê ev serok bi ciddî wernegirtiye, lê niha divê du caran bifikire. Serok gotiye, yan dema ku serok dibêje, Amerîka li pêşiya her tiştî, mebest çi ye? Mebest jê jiyana Amerîkiyan e. Ew kes çi karmend, belênder yan jî dîplomatek be. Vî Serokî bi rastî bala xwe xistye ser parastina Amerîka û parastina berjewendiyên me. Me çendîn caran ev gotiye.
Me gelek bi eşkere ji rejîma Îranê re gotiye, eger ew êrîş bikin ser Amerîkyan, yan jî wan biêşînin, heta eger bi rêya hêzên kirêgritî be, em wê rejîmê bi berpris dizanin, lewra bi nerîna min ew niha ji vê yekê têdigihîjin ya ku ev salek û nîv e em dibêj in, gefeke gelek gelek ciddî bûye.
Rudaw
