• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Îranê balefirek kete erdê 180 kes canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 8, 2020 Nûçe
Li Îranê balefirek kete erdê 180 kes canê xwe ji dest dan
180 kes canê xwe ji dest dane
Li gor jêderên Îranî berbanga îro çarşem balefireke medenî ya Ukranî li Tehranê ketiye erdê.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di nava balefira han de 180 kes hebûne û tevahiya wan canê xwe ji dest dane.

Balefir piştî derketin ji balefirgeha Xomeynî li Tehranê ketiye erdê.

Dibêjin jiber kêşeyeke teknîkî ev balefir ketiye erdê.
Top