• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sê serokatiyên Kurdistanê: Em daxwaz dikin herêma Kurdistanê ji milmilaneyê dûr bigrin

Gulan Media January 8, 2020 Nûçe
Sê serokatiyên Kurdistanê: Em daxwaz dikin herêma Kurdistanê ji milmilaneyê dûr bigrin
Piştî sê serokatiyên herêma Kurdistanê îro 08.01.2020ê ya taybet derbarê guftûgoyên derbarê rewşa Iraq û navçeyê de civiyan, daxuyaniyek derbarê encamên civînê de belav kirin.

Daxuyanî waha ye:

Daxuyaniya civîna sê serokatiyên herêma Kurdistanê;

Di çarçoveya civîna asayî de, îro 08.01.2020ê sê serokatiyên herêma Kurdistanê li serokatiya herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê civiyan.

Di civînê de pêşhateyên dawî yên herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê hatin gotûbêj kirin û helsengandinên hûr bo bûyeran û helwêstê herêma Kurdistanê hat diyar kirin. Vê çarçoveyê de her sê serokatî nîgeraniyên xwe yên kûr derbarê pêşketina bûyerên li navçeyê hat aşkera kirin, di demekî ku metirsiya terorê berfireh bûye û gefekî rasteqîne bo ser herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.

Derbarê bûyerên çend rojên borî de jî, bi taybet pêşhateyên vê sibehê, vê derbarê de jî herêma Kurdistanê diyar dike ku rêkarên leşkerî bi ti awayekî pirsgirêkan çareser nake. Herêma Kurdistanê li gel aram kirina rewşê û dialog û çareseriyên dîplomatîk a pirsgirêk, seqamgîrî û aramiyê ye. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin herêma Kurdistanê ji milmilaneyan dûr bigrin.

Herêma Kurdistanê piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê û herêma Kurdistanê bo berdewambûna tekoşîna hember terorê pêwîst dibîne. Bi taybet ku çend mehên borî de tevger û kiryarên terorîstî zêde bûne. Ji ber wê jî em daxwaz dikin civaka navdewletî bi ti awayekî rê nede teror serî rabike.
Top