• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sê mûşekên Îranî li Kurdistanê ketine erdê

Gulan Media January 8, 2020 Nûçe
Sê mûşekên Îranî li Kurdistanê ketine erdê
Di dema êrîşa rejîma Îranê de ya bo ser hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li navenda leşkerî ya Eyn Esedê de sê mûşekên Îranî li çend navçeyên Kurdistanê ketin erdê.

Yek ji wan mûşekan li nêzî balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê di nava erdeke boş de ketiye û mûşekeke din jî li Rojhilatê qezaya Berde Reş di nava erdên genimê de ktiye erdê û ti zirarek negehandiye kesekî.

Mûşeka din ya jî li devera Gezne di nava erdeke din ya boş de ketiye erdê.
Top