• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî sersaxî li Xamineyî kir

Gulan Media January 7, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî sersaxî li Xamineyî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî sersaxî li Rêberê Îranê Ayetullah Xamineyî kir û got ku “Sulêymanî di şerê dijî dîktatoriyê de ligel me bû û herwiha di şerê dijî grûpa terorîst a DAIŞê de piştevaniya me dikir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî nameyek ji Rêberê Îranê Ayetullah Xameneyî şand û têde sersaxî li wî kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje kuştina Qasim Sulêymanî li ba xelk Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê nîgeraniyê.

Di nameya xwe de Barzanî gotiye: “Birêz Sulêymanî di şerê li dijî dîktatoriyê de ligel me dost bû û di şerê di şerê dijî grûpa terorîst a DAIŞê de piştevaniya me dikir. Bi şêweyekê ku çend caran ji aliyê hemû berprisên Iraq û herêmê ve rêz li zehmet û fedakariyên wî hatine girtin.”

Barzanî herwiha anî ziman ku ew bi navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Rêberê Îranê Ayetullah Xameneyî dike.

Rudaw
Top