Koşka Sipî sepandina sizayên abûrî li ser Iraqê gengeşe dike
Rojnameya “Washington Post” li ser zarê berpirsekî Koşka Sipî ku navê wî diyar nekiriye belav kir, şêwirmendên Koşka Sipî û Wezareta Gencîneya Amerîka ji niha ve dest bi guftûgokirina çend awayên sepandina sizayên li ser Iraqê kirine, heger bê û Hikûmeta Iraqê biryara dawiyê ya derkirina hêzên Amerîkî bide.
Wî jêderî ragihand, wan biryar daye, piştî gihîştina bi awayê dawiyê ya sepandina sizayan wê ranegihînin û li benda biryara dawiyê ya Hikûmeta Iraqê li hember man yan derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê bimînin.
Pêştir Serokê Amerîka Donald Trump gefa sepandina sizayên tund li ser Iraqê xwaribû, heger hat û Bexda hêzên Amerîkî neçar bike ji Iraqê derkevin.
Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de gotibû, Amerîka ji Iraqê dernakeve, tenê heger desthilatdarên Iraqê têçûna dirustkirina binkeya esmanî ya Amerîka li Iraqê bi çendîn milyar Dolar durist kiriye bide.
Herwiha gotibû, heger desthilatdarên Iraqê daxwaza derkirina hêzên Amerîkî bikin, ewê sizayên mezin li ser Iraqê bisepînin, ku sizayên li ser Îranê hatine sepandin, li hember wê dê ne tiştek be.
Parlemana Iraqê pêr projeyasaya derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kiribû.
K24
