• Wednesday, 11 February 2026
logo

Esîl Nucêfî: Dibe ku Amerîka pevguherîna di navbera dolar û dînar de nehêle!

Gulan Media January 7, 2020 Nûçe
Esîl Nucêfî: Dibe ku Amerîka pevguherîna di navbera dolar û dînar de nehêle!
Siyasetmedarekî Iraqî dibêje, îhtimal heye Amerîka banka bazirganiya Iraqê siza bide û nehêle êdî pevguherîn di navbera dînar û dolar de bê kirin.

Parêzgarê berê yê Mûsilê, Esîl Nucêfî li ser twîttera xwe ragihandiye, îhtimal heye serokê Amerîka Donald Trump banka bazirganî ya Iraqê (TBI) siza bide û nehêle banka navendî ya Amerîka bi wê bankê re karê pevguherîna dolar û dînar bike.

Esîl Nucêfî her wiha gotiye, ev jî tê wateya hilweşîna aboriya Iraqê.

Trump çend roj berê gotibû ku eger hikûmeta Iraqê hêzên Amerîkî ji Iraqê derxîne dê sizayên giran bi ser wî welatî de bisepîne.

Basnews
Top