Rêveberên Heşdî Şeibî ji tirsa Amerîkayê telefon û cîhên niştecîhbûna xwe diguherin
Piştî kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis, Heşdî Şeibî daxwaz ji çekdar û rêveberên xwe kir û ji wan re ragehand, telefon bikar neynin. Ji ber ‘’Amerîka bi rêya telefonan ve çavdêriya tevgera we dike.’’
Li gor zanyariyên berdest serokê milîsên Esayib Ehl El Heq Qeys Xezelî, ku berdewam behs dike ku Amerîka û Îsraîlê dê ji nav bibe, ji tirsa kuştina xwe ji aliyê Amerîkayê ve hejmara telefona xwe guhertiye.
Herwaha Qeys Xezelî ji tirsa hêzên Amerîkayê cîhê niştecîhbûna xwe ya li Bexdayê veguhestiye bo Necefê û di malekî nêzîk mala Ayetulla û merciyên şîe niştecîh bûye.
Herwaha Emîndarê giştî yê milîsên Nuceba Ekrem Keibî ku bi heman awayê Xezelî behsa jinavbirina Amerîka û Îsraîlê dike, ji tirsa balefirên bê balefirvan ên Amerîkayê Iraq bicîh hiştiye û naha li Tehran a paytexta Îranê ye.
Basnews
