Iraq daxwazê ji Encûmena Asayişê dike êrîşa Amerîka şermezar bike
Berbanga roja 3ê Çile, li nêzîkî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê her yek ji Fermandarê berê yê Feyleqa Qudisê ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohendis ji aliyê aliyê Amerîka ve hatibûn armanckirin.
Balyozê Iraqê li Netewên Yekgirtî Mihemed Behr El Ilom nameyek ji Encûmena Asayişa Navdewletî re birê kir û daxwaz jê kir, wê êrîşa Amerîka şermezar bike.
Di nameyê de hatiye, ew êrîş li ser gel û Hikûmeta Iraqê destdirêjî ye û binpêkirina aşkere ya mercên mana artêşa Amerîka li Iraqê ye.
K24
