Çavuşoglu: Saleke metirsîdar li pêşiya Rojhilata Navîn e
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu bi daxûyaniyekê sala 2019ê şîrovekir û got: Kuştina Suleymanî, metirsidariyek mezin bixwe re aniye. Ji bo ku aloziya di navbera Iran û Amerîka de kêm bikin, ew di nav xebateke mezin ya dîplomasiyê de ne.
Mevlus Çavuşoglu diyar kir jî, di vê derbarê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi Serokê Fransa Emmanuel Macron, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Emîrê Qatarê Temîm Bin Hemed Bin Xelîfe Al Sanî pêwendî kiriye. Herwiha bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnsonû Şêwirmenda Almanya Angela Merkilê jî dê di van rojan biaxife.
Amaje bi wê jî kir, wî jî bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re pêwendî kirine, ji bo alozî li herêmê mezin nebe.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê pesendkirina derkirina hêzên biyanî ji Iraqê ji aliyê Parlemana Iraqê ve, ragihand, ew biryar ne di cih de ye.
K24
