• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiyê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de helwesta xwe aşkere kir

Gulan Media January 5, 2020 Nûçe
Tirkiyê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de helwesta xwe aşkere kir
Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew derbarê aloziya di navbera Amerîka û Îranê de nîgeranin.

Tirkiyê helwesta xwe ya fermî derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand. Wezareta Derve ya wî welaî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew li alozî û rakêşiya di navbera Amerîka û Îranê de nîgera in û ragihand, “Ev rakêşî û alozî dê ziyanê bigîhîne aştî û seqamgiriya navçeyê û taybet jî Iraqê.”

Herwiha hatiye diyarkirin ku kuştina Qasim Sulêymanî dê bibe sedema zêdetir têkçûyîna seqamgirî û asayişa navçeyê.

Herwiha hatiye gotin, “Tirkiye her tim li dijî destwerdan û pevçûnên mezhebî bûye. Em bang li aliyan dikin xwe ji pêngavên yek alî dûr bigirin û rê bi dîplomasiyê bidin.”

Qasim Sulêymanî , Fermandarê Supaya Quds ê ser bi Supaya Îranê ve, şeva derbasbûyî li Bexdayê di operasyoneke Amerîkayê de hat kuştin.

Rudaw
Top