• Wednesday, 11 February 2026
logo

Şîna Qasim Sulêymanî û Mehdî Mûhendîs birêve diçe

Gulan Media January 5, 2020 Nûçe
Şîna Qasim Sulêymanî û Mehdî Mûhendîs birêve diçe
Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xamneyî û Serokkoamrê wî welatî Hesen Ruhanî jî serdana mala Qasim Silêmanî kirin. Hesen Rûhanî got ku ew dê tola Qasim Silêmanî hildin, lê ne îro, bi dirêjahiya salên dahatî.

Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî li ser termê Mehdî Mûhendîs şîna wî girt ku roja Înê berê sibehê li ser rêya Firokexaneya Bexdayê ji aliyê firokeya bêfirokevan a Amerîkayê ve ligel Qasim Suleymanî û çend fermandarên din ên Îranê û Heşda Şabî hatin kuştin. Amirî bi dilê tejî girî li ser termê Mûhendîs, soza derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê dide.

Li Kerbela, Şîe ji bo pêşwazîkirina li termên Qasim Suleymanî û Mehdî Mûhendî kom bûn.

Termê Ebû Mehdî Mûhendis birin Necef û li Wadî Selam bi axê tê sipartin. Termê Qasim Suleymanî jî bo Îranê tê vegerandin û roja Sêşemê li parêzgeha Kirman bi axê tê spartin.

Ji roja Înê ve li mala Suleymanî li Tehranê şînî hatiye danîn, hevjîn û zarokên wî pêşwaziyê li xelkê û berpirsên bilind ên Îran û Iraqê dikin.

Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî çûn ba malbata Suleymanî. Wê dema Rûhanî sersaxiyê li keçeke Suleymanî dike, keça wî daxwaza tola xwîna bavê xwe dike.

Rûhanî got: “Xwedê we biparêze. Xwedê bêhna we fireh bike. Xweda qerebû dike. Xweda xema we qerebû dike. Ew tişta we ji dest daye qerebû dike."

Keça Qasim Suleymanî jî got: “Berê biraderên bavê min dihatin kuştin wî tola wan distand, niha xwîna bavê min rijiya ye, kî dixwaze tola wî bistîne?"

Rûhanî: "Tola wî distînin. Em hemû tola xwîna bavê te distînin. Nîgeran mebin."

Di nav Iraqiyan de Muqteda Sedir jî di şîna mala Suleymanî de hat dîtin.

Malbata Qasim Suleymanî ragihandiye ku merasîma malavayî li termê Qasim Suleymanî roja Duşemê li Zanîngeha Tehranê birêve diçe û Elî Xameneyî nimêja cenaze li ser termê wî dike. Roja Sêşemê jî li Kirman tê veşartin.

Rudaw
Top