Firaksiyonên Kurdistanî û sunnî beşdarî civîna parlementoya Iraqê nabin
Parlementoya Iraqê îro civîneka awarte li ser kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis ji aliyê Amerîka ve pêk tîne.
Seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji BasNewsê re got, parlementerên kurd û sunnî beşdarî civînê nabin.
Viyan Sebrî her wiha got, ji xwe serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, kurd heta rewşê baş şirove neke biryara xwe nade. Kurd naxwaze Iraq bibe meydana tesfiyekirina nakokiyên welatên biyanî.
Parlementerê kurd li parlementoya Iraqê, Şêrwan Dûpirdanî jî ji BasNewsê re got, firaksiyonên Kurdistanî biryar dane tevlî civîna parlementoya Iraqê nebin.
Basnews
