• Wednesday, 11 February 2026
logo

Brîtanya: Bila Brîtanî ji Iraqê derkevin lê dikarin li Herêma Kurdistanê bimînin

Gulan Media January 5, 2020 Nûçe
Brîtanya: Bila Brîtanî ji Iraqê derkevin lê dikarin li Herêma Kurdistanê bimînin
Wezîrê Derve yê Brîtanya daxwaz ji welatiyên Brîtanî kir neçin Iraqê û yên li Iraqê ne jî ji wir derkevin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya, Dominic Raab di daxuyaniyekê de ragihand, ew rewşa Iraqê piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis ji nêzîk de dişopînin.

Dominic Raab bang li welatiyên Brîtanî kiriye neçin Iraqê û ji yên li Iraqê jî xwastiye ji Iraqê derkevin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya daye xuyakirin, ew bangewazî ne bo Herêma Kurdistana Iraqê ye û gotiye, Brîtanî dikarin li wir bimînin yan jî serdana wir bikin.

Basnews
Top