• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiyê deriyê sînorî yê li Girê Spî vekir

Gulan Media January 5, 2020 Nûçe
Tirkiyê deriyê sînorî yê li Girê Spî vekir
Piştî êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê û destdanîna ser bajarê Girê Spî, hikûmeta Tirkiyê dest bi amadekariyên vekirina deriyê sînorî kiribû.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê deriyê sînorî yê Kaniya Xezalan-Girê Spî vekir.

Piştî 7 salan ji daxistinê, roja şemiyê, deriyê sînorî yê gumrikî yê Kaniya Xezalan-Girê Spî ji aliyê berpirsên bazirganî yên bajarê Rûhayê yê bakurê Kurdistanê hat vekirin.

Ev derî, sala 2014an bi sedema kontrolkirina navçeyê ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin. Di serdema HSD de jî, derî her girtî mabû, lê piştî êrîşa herî dawî ya Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê û destdanîna ser Girê Spî û Serê Kaniyê, Tirkiyê deriyê sînorî vekir.

Berpirsekî Deriyê Sînorî dibêje, “Ev deriyê Girê Spî yê sînorî ye. Keresteyên bazirganî derbasî navçeya kaniya aştiyê dibin. Herwiha alîkariyên mirovî. Em wekî Rêveberiya deriyê Girê Spî, hemû hêzankariyan bo bazirganan dikin jî bo derbasbûna keresteyan bo navçeya kaniya aştiyê.”

Keresteyên ku di deriyê sînorî re derbas dibin diçin nav bazara Girê Spî. Xelkê bajêr gazinan ji rewşa aborî û xizmetguzarî dikin. pîşekarek dibêje vekirina derî dê rewşa aborî baş bike.

Welatiyek jî diyar dike, “Rewş ji aliyê Ewlehiyê ve ne xirab e, lê derd û zehmetî hene. Pêwîstiyên jiyanê, wekî mazotê, cereyên xazê nîn in, firne rojekî kar dike û rojekê kar nake. Zehmetiyê jiyanê hene bira, tu dixwazî ez ji te re xweş bikim? Eger derî bê vekirin, dê pisgirêkên xelkê çareser bike, dê kirîn û firotin çê bibe, dê arzanî çê bibe, buhabûn heyem buhabûn.”

Piştî destdanîna ser bajarê girê Spî, hikûmeta Tirkiyê dest bi amadekariyên vekirina deriyê sînorî kiribû. Destpêkê, dîwarê sînorî hatibû rakirin û rê ji bo vekirina derî hatibû xweçkirin. Şarederiya Rûhayê jî, riya ku ji derî digihe nav bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistan çak kiribû û ji nûve qîr kiribû.

Rudaw
Top