NY derbarê şandina hêzên bo Lîbyayê Tirkiyê hişyar dike
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres di daxuyaniyekê de ragihand, her piştevaniyeke biyanî ji aliyên Lîbya yên şer dikin re, dê krîza heye kûrtir bike û dê kedên gihîştina bi çareseriyeke siyasî ya aştiyane têk bide.
Guterres daxwaz ji hemû aliyên Lîbyayê kir, şer rawestînin û hemû alî li ser maseya guftûgoyê rûnin.
Li ser pêşniyaza Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bo piştevaniya Hikûmeta Wîfaqa Lîbyayê, Parlemana Tirkiyê roja 2ê vê mehê şandina hêzê bo Lîbyayê pesend kiribû.
Li gor biryara Parlemana Tirkiye, Hûkimeta Tirkiye dikare serbazan bişîne Libyayê. Dema erkê wan jî salek e.
K24
