Li Daqûqê çekdarên Esayîb Ehlî Heq ji tirsa Amerîka baregehên xwe vala dikin!
Amerîka duhî grûba Esayîb Ehlî Heq ya Heşda Şeibî û serokê wê Qeys Xezelî, ku girêdayî hêza Quds ya pasdarên Îranê ye, xist lîsteya terorê.
Berpirsê karûbarên PDKê li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê, Hîwa Reşîd ji BasNewsê re got, piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis her wiha bi terorîst nasandina grûba Esayîb Ehlî Heq, çekdarên wê grûbê wêne û posterên serokê xwe Qeys Xezelî li nav bajêr kom dikin û baregehên xwe jî vala dikin.
Hîwa Reşîd her wiha got, endam û çekdarên wê grûbê ji tirsa êrişên Amerîka li nav baregehên xwe de namînin û xwe vedişêrin.
Basnews
