• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berhem Salih: Êrîşa Amerîkayê gefê li aştiya li Iraqê û navçeyê dike

Gulan Media January 4, 2020 Nûçe
Berhem Salih: Êrîşa Amerîkayê gefê li aştiya li Iraqê û navçeyê dike
Serokomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis ragihand, êrîşa Amerîkayê gef e li ser aştiya li Iraqê û navçeyê.

Berhem Salih di daxuyaniyekê de ragihand: “Nûçeya şehîdbûna herdu serkirde şehîd Hecî Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û şehîd hecî Qasim Sulêymanî gihîşte me, ku roleke wan a giring û yekalîker hebû di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de.”

Salih dibêje: “Em vê êrîşê ku berpirsên ewlehiyê yên ser bi saziya leşkerî ya Iraqê kiriye hedef, şermezar dikin, ku bêguman dê encam û pêşhatên ewlehiyê li Iraqê û navçeyê bi xwe re bîne, eger aqilmend dengê hişmendî û lojîkê bilind nekin, û em dê ji bo kontrolkirina encamên çaverêkirî yên vê dijminahoyê hewl bidin, ku bi awayekê zelalgefê li aştiya li navçeyê û Iraqê dike.”

Berhem Salih herwiha daxwaza arambûnê û bilindbûna dengê aqil û zanetiyê û pêşxistina berjewendiyên bilind ên niştimanî dike.

Serokomarê Iraqî destnîşan dike, ku “di vê rewşa taybet de erkê me ye refên xwe bikin yek û jibo parastina berjewendiyên bilind ên niştimanî û piştevaniya li serwerî û ewlehiya Iraqê, dest ji nakokiyên xwe berdin.”

Rudaw
Top