• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hûrgiliyên kuştina Qasim Suleymanî hatin ragihandin

Gulan Media January 3, 2020 Nûçe
Hûrgiliyên kuştina Qasim Suleymanî hatin ragihandin
Hûrgiliyên kuştina fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî û çend berpirsên Heşda Şeibî hatin ragihandin.

Îro danê sibê hat ragihandin ku fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî û cîgirê fermandeyê Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Mihendis li Bexdayê hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, ew êriş derdora saet 02:00 û li nêzîkî firokexaneya Bexdayê li dijî çend otomobîlên Heşda Şeibî hatibû kirin.

Di nav wan otomobîlan de Ebû Mehdî Mihendis û çend berpirsên din yên Heşda Şeibî hebûn ku bo pêşwazîkirina Qasim Suleymanî çûbûn firokexaneya Bexdayê.

Li gorî agahiyan, Qasim Suleymanî ji Lubnanê derbasî Bexdayê bibû. Piştî ku ew dixwazin ji firokexaneya Bexdayê derkevin, rastî êrişa mûşekî tên.

Tê gotin ku di wê êrişê de ji bilî kuştina Suleymanî û Ebû Mehdî Mihenedis, herî kêm 10 fermande û çekdarên Heşda Şeibî jî hatine kuştin ku yek ji wan zavayê Ebû Mehdî Mihendis e.

Paşê hat gotin ku ew êriş ji aliyê firokeyên bê pîlot yên Amerîka ve hatiye kirin.

Tê gotin ku ji ber êrişê cenazeyên Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis û kuştiyên din perçe perçe bûne. Bi rêka gustîlkê cenazeyê Suleymanî hatiye nasîn lê cenazeyê yên din hîn nehatiye naskirin.

Rudaw
Top