Emerîkayê Suleymanî û çend serkirdeyên Heşdê kuştin
Emîd Remezan Şerîf, gotebêjê Sûapyî Pasdaran got: Ceneral Qasim Sûleymanî û çend serkirdeyên din yên Heşda Şeibî bi sedema burdûmankirina wan ji alîyê hêzên Emerîkayê ve hatin kuştin.
Herweha Mehemed Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudisa Supaya Pasdarên Îranê bi werareka gelek metirsîdar a terora nêvdewletî nav dike.
Zerîf di tiwîtekê de, nivîsîye, ev tîrora nêvdewletî ku Emerîkayê encam dayem û ceneral Qasim Suleymanî kuştîye ku hêzeke bi bandor û şerker bûye dijî Daişê, bereya Nusre, Qayde û rêkxistîyên din werareka gelek metirsîdar û gêjaneye.
Wezîrê derve ya Îranê dibêje: Emerîka berpirsyare ji encamên evî karî û derencamên wê dikeve stûyê wê de.
