• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berpirsekî Heşda Şeibî hat kuştin

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Berpirsekî Heşda Şeibî hat kuştin
Heşda Şeibî îro ragihand, ku berpirsekî wan li qezaya Samera ya ser bi parêzgeha Selahedînê ve hatiye kuştin.

Desteya Heşda Şeibî, îro Çarşemê 2ê Çileya 2020 di daxuyaniyeke nivîskî de aşkere kir, ku berpirsekî wan ê bi navê Şêx Ebdulcebar Xuwam el Isodî li başûrê qezaya Samerayê hatiye kuştin.

Heşda Şeibî diyar kiriye, ku ew berpirsê wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kuştin.

Desteya Heşda Şeibî amaje bi wê yekê jî kiriye, ku Şêx Ebdulcebar Xuwam Berpirsê Arasteya Hizrî ya Lîwaya 88 a Heşda Şeibî bûye.

Di wan demên dawiyê de liv û tevger û êrîşên çekdarên DAIŞê li parêzgehên wek Diyale, Selahedîn, Kerkûk û Mûsilê zêde bûne.

Rudaw
Top