• Wednesday, 11 February 2026
logo

Trump û Erdogan rewşa Lîbyayê gotûbêj kirin

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Trump û Erdogan rewşa Lîbyayê gotûbêj kirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Trump û Erdogan di wê peywendiya telefonî de jibilî têkiliyên du alî yên di navbera herdu welatan de, dawîn pêşhatên li navçeyê jî gotûbêj kirin.

Herwiha li gor zanyariyan, rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û şerê li Lîbyayê jî beşek bûn ji gotûbêjên Trump û Erdogan.

Ev peywendiya telefonî di demekê de ye ku îro li parlamentoya Tirkiyê dengdan li ser tezkereya şandina serbazan bo Lîbyayê hat pêkanîn.

Di encama dengdanê de bi piştevaniya parlamenterên AKP û MHPê plana şandina serbazên Tirkiyê bo Lîbyayê bi 325 dengên ‘erê’ hat qebûlkirin.

K24
Top