• Wednesday, 11 February 2026
logo

Girê Sipî.. Grûpên çekdar sivîlekî dikujin û 9 sivîlên din jî direvînin

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Girê Sipî.. Grûpên çekdar sivîlekî dikujin û 9 sivîlên din jî direvînin
Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, welatiyekî sivîl li Girê Sipî dikujin û 9 welatiyên sivîl ku di nava wan de zarok jî hene ji gundekî Girê Sipî revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El Mecid li Girê Sipî bi armanca dizîna otombîla sivîlekî, wî ji otombîla wî datînin û bi hesinan li serê wî didin û wî dikujin.

Da zanîn jî, grûpa Ehrar El Şerqiya ya bi fermana artêşa Tirkiyê kar dike, 9 kes ku di nava wan de zarok û kesên bi temen hene ji gundê Zêdê yê rojhilatê bajarokê Silok revandin.

Li gor Rewangehê, çekdaran ew 9 kes li bajarokê Silokê xistina girtîgehên xwe û heta niha sedema revandina wan kesan jî neyê zanîn.

Rewangeh dibêje, grûpên çekdaran li navçeyên Girê Sipî û Serê Kaniyê tundtirîn kiryar bi serê sivîlan dikin, ku çekdaran ciwanekî Kurd ê xwedî pêwîstiyên taybet dema bi mabata xwe re vegeriya mala xwe li Serê Kaniyê revand.

K24
Top