• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Armanc kirina balyozxane û şandeyên dîplomatî yên navnetewî pêşhatekî metirsîdar e

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Armanc kirina balyozxane û şandeyên dîplomatî yên navnetewî pêşhatekî metirsîdar e
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, daxuyaniyek derbarê rewşa Iraqê belav kir û radigehîne, xwenîşandanên sivîlane mafeke destûrîye, lê bikarhînana tudûtîjîyê û bi armanckirina balyozxane û şandeyîn dîplomat pêşhateke metirsîdare.

Ev jî deqa wê ragehandinê ye:

Kombûn û xwenîşandanên sivîlane mafekê destûrî ye, lê bekarhînana tudûtîjîyê û êrişkirin reftarên naberpirsane yên bi armanckirina balyozxane û şande yên dîplomatan pêşhateka metrsîdare, bi nîgeranîyeka kûr li bûyerên vê dawîyê û hêrişkirine ser balyozxane ya Amerîkayê li Bexda em dinerîn ku kareke bi temamî nayê qebulkirin û tê redkirin û berjewendîyên Iraqê dixe metirsîyê de.

Amerîkayî Hevpeyman û dostên Iraqê û Herêma Kurdistanê ne û hevbeşekî sereke bûn di rizgarkirina Iraqê û serkeftin bi ser teroristên El Qaîde û DAIŞê de. Bo berengarbûna metirsîyên terorê û parastina berjewendîyan, hîn Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştîvanî û hevkarîya Amerîka û Hevpeymanên Nêvdewletî heye.

Şande yên welatan û dîplomatkaran mihvênên Îraqê ne û divê parzatî û rêzlêgirtî bin. Daxwaz ji alîyên berpirs dikîn erkên xwe ji paraztina wan cîbicî bikin û rê nedin hêrişî balyozxane, sazî û şande yên deplomat bê kirin.

Nêçîrvan Barzanî

01.01.2020
Top