Ji Xamineyî bo Amerîka: Hun nikarin ti tiştekî bikin
Xamineyî liser twitterê bersîva Serokê Amerikayê Donald Trump da, ku gotibû “Ger Îran destwetrdanên xwe beramberî balyozxaneya Amerika li Bexdayê bidomîne û zererek bigihe, dê Îran bac a giran bide”. Xamineyî jî wek bersiv di twitter a xwe de nivîsî: “Ev zilam (Serokê Amerika Donald Trump) dinivîse, ku berpirsê rûdanên Bexdayê Îran e. Got, dê bersivê bidin Îranê! Ya yekem: Tu nikare, tiştek bikî! Ya Duyem: Ger hinek mentiq ligel we heba, hûn divê bizanin liser tewanên şer we li Iraq û Afxanistanê kirî, xelk ji we nefret dike!”
Xamineyî herweha rexne li Amerika dike, ku êrîşî Hizbullah a Iraqê kiriye, ku wekî hevalbendê Îranê tê naskirin.
Basnews
