• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata Esed Şêxulîslamî dike

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata Esed Şêxulîslamî dike
Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya akadîmî û navdar ê bajarê Sine û damezrênerê Beşa Fîqhî Şafihî li Zanîngeha Tehranê Dr. Esed Şêxulîslamî, peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.

Dr. Esed Şêxulîslamî kurê Seyid Ebdulezîz Şêxulîslamî ye, ji malbateke navdar a zanistê li bajarê Sinê ye, xwendina xwe ya seretayî li Sinê kiriye û piştre li Tehranê li bekeloryoz di ziman û edebiyata Farisî ji Zanîngeha Tehranê wergirtiye.

Dr. Esed Şêxulîslamî di sala 2019an de bi boneya 60 salan ji xizmeta zanist û fiqhê, medelyaya rêzlêgirtinê ji Zanîngeha Tehranê wergirtibû. Duhî roja 1/1/2020 di temenê 89 saliyê koça dawiyê kiribû.

Serok Barzanî di peyama de nivîsiye: “Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û navdarê bajarê Sine û damezrênerê beşê Fîqhî Şafîî li Zanîngeha Tehranê, Dr "Esed Şêxulîslamî" gihîşt me.

Serxweşiya xwe pêşkêşî malbata xwedê jêrazî Dr Esed Şêxulîslamî û hemû dost û nasên wan û hevkarên xwedê jêrazî li Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Kurdistan û xelkê xweşdivî yê bajarê Sine dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin.

Ji xwedayê mezin hêvîdar in, xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşe.”

Rudaw
Top