• Wednesday, 11 February 2026
logo

Emerîkayê 750 serbazên hêza Marînz dê bişîne Îraqê

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Emerîkayê 750 serbazên hêza Marînz dê bişîne Îraqê
Mogan Ortagos, gotebêjê wezareta derve ya Emerîkayê ragehand, welatê wê 750 serbazên hêza Marînz dê bişîne Îraqê, daku piştîvanîya wan hêzên welatê wê bike li Îraqê ku hejmara wan 5 hezar serbazin.

Gotebêja wezareta derve ya Emerîkayê berpirsyarîya daheriftina rewşa deverê xiste stûyê Îranê û mîlîşîyayên dûvelankên wê û got: Niha rijêma Îranê li ser binema ya tirsê dijî û li ser wê binemayê reftarê dike.

Ortagos di kongireya rojnamevanî ya xwe de, got jî: Hevdem em dîplomasîyet û tundtirîn givaşan li beranber Îranê bikar dihînîn û tevaya bijarteyan jî li pêşîya serok Tiramp vebûyî ne ji bo berevanîyê ji hevwelatîyên Emerîkayê û hevpeymanên wê li deverê.

Di berdewamîya axivtinên xwe de, amaje bi wê yekê jî da, ku pêwîste rijêma Îranê gotin û axivtinên serok Tiramp û Pompêw ê wezîrê derve bo hêwirkirina rewşê bi lawazî tênegehêje. Herweha pêwîste desthelatdarên Îraqê jî li gor yasayên nêvdewletî erkê berevanîya balyozxane ya me li Bexda bixe di stûyê xwe de.

Zelal jî kir, Waşintun li ser sepandina tundtirîn givaşan bo ser Komara Îslamî ya Îranê berdewam dibe, heya wek welateke asayî reftar dike. Got jî, hînana teroristan daku hêriş bikin ser balyozxane ya me li Bexda, reftarê welateke asayî nîye.

Morgan Ortagos, tekez kir, serok Tiramp, hewila dîplomasîyet û aştîyê dide li gel rijêma Îranê.

Roja Sêşembîya burî, Donald Tiramp, serokê Emerîkayê berpirsyarîya hêrişkirine ser balyozxane ya welatê xwe xiste di stûyê Îranê de.

K24
Top